Herêma Kurdistanê û Bexda hîn lihev nekirine

Tevî redkirina pêşniyaran heta niha Bexda deriyê guftûgoyê li pêşiya şandeya danûstandinkar a Herêma Kurdistanê negirtiye. Ne tenê her evqase, belku weke nîşandana niyetek baş Serokwezîrê Iraqê biryar da ku 400 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê bişîne.


Nakokiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê didomin û Iraq daxwaza dahata nefta Herêma Kurdistanê dike û dibêje wê ew bi xwe mûçeyên Herêmê bide. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn ev yek nepejirandiye. Kazimî li benda serdana şandeya Herêma Kurdistanê ye ku ka çi dixwaze.

Di serdana dawî ya şandeya danûstandinkar a Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê, Herêma Kurdistanê pêşniyar kir ku rojane 250 hezar bermîl neft bi de kompanya SOMA û nîvê dahata gumrik û beşek ji dahata navxweyî jî radest bike. Li beramber de Iraq jî mehane 600 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê bişîne. Lê, Iraqê ev pêşniyar qebûl nekiriye û daxwaza radestkirina hemû dahata Herêma Kurdistanê dike.

Hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê zêdetirî 5 milyon kesî ye. Li borî danayên berpirsên Herêma Kurdistanê, ji vane milyonek û 249 hezar mûçexwer hene. Lê, hikûmeta navendî ya Iraqê 682 hezar û 849 karmendan nas dike. Di demekî ku di sala 2014’an de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe ev hejmar radestî Bexda kir.

Li gorî yasaya bûdceya sala 2013’yan ya Herêma Kurdistanê ku têde hejmara karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî wezaretan hatiye eşkerekirin, ji bo mûçeyên mûçexweran pêwîstî bi 750 milyar dînar heye.

Li gorî projeya yasaya bûdceya sala 2019’an a Iraqê eger Hewlêr rojane 250 hezar bermîl neft radestî SOMA bike, wê Bexda ji sedê 12.67 bûdce ji bo Herêma Kurdistanê bişîne. Berevajî li gorî yasayê tenê 522 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan dişîne. Lê, heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê yek neft radestî Bexda nekiriye.

Heta meha Adarê hikûmeta Iraqê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dişand, ji derveyî ya wezareta pêşmerge ku 69 milyar dînare, ji ber ku lîsteya temam a pêşmergeyan radestî Bexda nedihate kirin, nedihate şandin.

Nivîskar û rojnameger Erdelan Abdullah li ser pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê got;”Baweriya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi hev nemaye. Hem jî pirsgirêka siyasî ya mezin di navbera wan de heye. Berê jî bi lihevkirina di navbera hev de girêdayî nebûn.“

Berevajiya vê nêrînê, li gorî hinek nêrînên din wê deriyê danûstandina di navbera wan de vekirîbe û di dawî de herdu alî li hev bikin.

Parlamenterê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku wê di dawî de Iraq û Herêma Kurdistanê lihev bikin, ji ber ku berjewendiyên wan hevbeşe û nikarin dest ji hev berdin.

Tevî metirsiya vîrûsa koronayê niha kolanên Herêma Kurdistanê bûne qada nerazîbûnên mûçexweran û beşên cuda yên civakê. Li beramber de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)  bi cuda qala hewldanên xwe yên ji bo razîkirna Serokwezîrê Iraqê Kazimî dikin ku para karmendên Herêma Kurdistanê di derengiya şeva çarşemê şand.

(ab)