HRW: Li Efrînê gelek binpêkirin hatine kirin

Çavdêriya Mafê Mirova HRW‘ê ragihand ku rewşa ewlehiyê li herêmên li derdora Efrînê yên di bin serweriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk de pir xirab bûye û gelek binpêkirin kirine.


Çavdêriya Mafê Mirova HRW‘ê di rapora xwe ya binpêkirinên mafan a sala 2019‘an de cih da binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

HRW di rapora xwe de got, “Rewşa ewlehiyê li herêmên li derdora Efrînê yên di bin serweriya (çeteyên) Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya girêdayî dewleta Tirk de pirr xirab bûye. Li gorî komîteya lêpirsîna navdewletî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê van komanan sûcên şer kirine, sivîl kirine hedef, rehîne girtine û erebe mayîn kirine. Her wiha qetilkirin, şantajkirin, êşkencekirin û ferzkirina qanûnên dijwar li ser cilên jin û keçan bi destê wan bûne.”

Di dewama raporê de îşaret bi kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Sûrî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hate kirin, hate gotin, komên desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin, gelek maf û hiqûq binpê kirine, di nava wan de qetilkirina şervan, çalakvan û xebatkarên tenduristiyê yên Kurd bê dadgehkirin heye û talankirina milkên Kurdan û desteserkirina van milkan jî hene.

(ab)