Hunermend û şîrovekarên siyasî yên Iraqê diyar kir ku wê li dijî wan welatên ku êrişî xaka wan dikin rawestin û gotin ku divê lêpirsîn li gel destdirêjkaran were kirin û binpêkirina serweriya Iraqê xeta sor e.
Êrişên Tirkiye û Îranê yên li ser serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Hunermend û şîrovekarên siyasî yên Iraqê li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivîn.
Şîvorekarê siyasî Dr. Mihemed Sehaf diyar kir ku ew li dijî wan welatên ku rasterast êriş dikin li ser xaka Iraqê û got: “Divê destdirêjkar werin lêpirsînkirin. Hebûna hêzên Tirkiyeya di nava xaka me de, ti ferqa wê ji DAIŞ’ê nîne. Divê li hember têkoşînê bikin ku rêz li prensîbên navneteweyî û cîrantiya baş nagirin.”
Herwiha Aktor û Hunermendê Iraqê Kazim Qureyişî jî ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku binpêkirina serweriya xaka Iraqê xeta sor e û got: “Her curê binpêkirinên ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve were kirin em red dikin û şermezar dikin. Divê niha hikûmeta Iraqê li dijî êrişên berdewam ên li ser xaka Iraqê li djiî Tirkiyeyê gilî tomar bike.”
Kazim Qureyişî diyar kir ku divê li ser asta siyasî û gel ji bo derxistina hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê zext berdewam bikin.
(ab)