Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir bi wesîleya salvegera êrişên dagirker ên li ser Efrînê wan li şeş bajaran gelek kargeh û wesayît şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir wan li şeş bajaran gelek kargeh û wesayît şewitandine û hesabê Efrînê pirsîne.
Li gorî daxuyaniyê:
“Di 17’ê Çileyê de li Xeta Tramvayê ya Topkapi-Mescîd-i Selam a Stenbolê du tramvay hatin şewitandin û çûnûhatina faşîstan hate astengkirin.
Di 17’ê Çileyê de li navçeya Başîskele ya Kocaeliyê Fabrîqeya Xwarinê ya bi navê Ozcan Pîşmaniye ya MHP’yiyan,
Di 17’ê Çileyê de li Buyukçekmeceya Stenbolê Fabrîkeya Malzemeyên Îzolasyonê ya Îda ya AKP’yiyan,
Di 16’ê Çileyê de li Herêma Sanayiyê ya Organîze ya Nîlufera Bûrsayê fabrîkeya kîmyayê Rûdolf Dûraner a dijminên Kurdan,
Di 16’ê Çileyê de li Tarsûsa Mêrsînê wesayîteke MHP’yiyan,
Di 15’ê Çileyê de li navçeya Înegolê ya Bûrsayê du wesayîtên faşîstan,
Di 15’ê Çileyê de li Antalyayê du wesayîtên dijminên Kurdan,
Di 15’ê Çileyê de li Çekmekoya Stenbolê sê wesayîtên faşîstan,
Û di 14’ê Çileyê de jî li Serîka Antalyayê atolyeyeke sê hezar metrekare hate şewitandin.”