'Îranê balafirek Amerîkayê kir hedef'

Ajansa CNN a Amerîkayê li ser devê rayedarek Emrîkî got ku beriya ku êrîş bi ser keştiyên li Omanê pêkbê, balafirek bê mirov ya Amerîkayê ji aliyê Îranê ve hatiye xistin.


Li gorî nûçeyê balafira Amerîka ya bê mirov, ji bo çavdêriyê li herêmê bû û piştî wê rastî êrîşa Îranê hatiye. Rayedarê Amerîka go tku balafira wan ya bê mirov ketiye deryayê.

Hêjayê gotinê ye Koma Operasyonên Bazirganiya Deryayê ya Keyaniya Yekbûyî ragihand, 13'ê Hezîranê li deryaya Omanê li dedora peravên Îranê bûyerekê rûdaye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Keyaniya Yekbûyî û hevkarên wê rewşa berdest li rûdanê dipirsin''.