Îranê daxwaza dewriyên hevbeş ji Iraqê kir

Fermandarê Hêzên Sînor ên Îranê ji Iraqê xwest ku li herdu aliyên sînor dewriyên hevbeş pêk bînin.


Li gorî nûçeya Ajansa Mîhir a Îranê şeva borî, Fermandarê Hêzên Sînor ên Îranê Qasim Rezayî serdana Iraqê kiriye û li gel hevpîşeyên xwe kom bû.

Li gorî heman çavkaniyê, Rezayî di hevdîtina de daxwaz ji Iraqê kiriye ku li herdu aliyên sînor bi taybet li sînorên bi destî hatîn çêkirin ên bi navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dewriyên hevbeş bavêjin. Sedema dewriyên hevbeş ‘Rûbirûbûna terorîstan û kesên binpêkirina asayîşa sînor’ dikin tê ragihandin.

Razayî ragihandiye ku li herêmê kontrolek giran bi hevkariya hêzên Iraqê tê meşandin û kesên ku asayîşa sînor binpê dikin tên ceza kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 28’ê Gulanê de di encama şer û pevçûna di navbera hêzên parastina sînorên Îranê û ‘komek çekdar’ de 3 endamên hêzên parastina sînor ên Îranê hatinbûn kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê Fermandarê Hêzên Sînor ên Îranê Qasim Rezayî li gel çend fermandaran bi helîkopterê serdana cihê şer a li parêzgeha Urmiyê kir.

(ab)