Îranê li ser liv û tevgera Emerîka ya li Iraqê hişyarî da

Çarşem, 1 Avrêl 2020 – 13:22  NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê li ser liv û tevgera Emerîka ya li Iraqê hişyarî da

Piştî belavbûna nûçeyên liv û tevgera leşkerên Emerîka li Iraqê, Wezareta Derve ya Îranê Emerîkayê hişyar kir. Wezaretê da zanîn ku divê Emerîka xwe ji provakasyonên herêmê dûr bixe.


Di rojên dawî de hêzên hevpeyman û Emerîkayê baregehên xwe hemû valekirin û radestî artêşa Iraqê kirin. Ev jî pirsa ‘Gelo Emerîka li Iraqê dijî hêzên  ser bi Îranê, amadekariya operasyonekê dike?’ xist rojevê.

Piştî belavbûna nûçeyan, ji Îranê jî daxuyaniyek hat. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebasî Musewî daxuyaniyek da û got: “Liv û tevgera leşkerên Emerîka ya li Iraqê, berevajiyê daxwazên fermî yên dewlet, parlamento û xelkê Iraqê ye. Ev yek dikare rewşa herêmê ber bi aloziyê ve bibe.”

Musewî bang li hêzên Emerîkayê kir da ku rêz li daxwazên dewleta Iraqê bigre  û xwe ji provakasyonên herêmê dûrbixe.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist