Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê ragihand ku Balyozxaneya Iraqê ya li Moskovayê kar ji bo vegerandina cenazeyê 2 welatiyên Iraqî yên ku ji sermayê li ser sînorê Belarûsê jiyana xwe ji dest dane, dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand ku Balyozxaneya Iraqê ya li Moskovayê ji bo vegerandina cenazeyê 2 welatiyên Iraqê yên ku ji serma li ser sînorê Belarûsê jiyana xwe ji dest dane, kar dike. Her wiha ragihand ku ji bo hêsanîkirina meşandina proseyê lîjneyek avakirine.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê ya Iraqê, piştî sala 2014’an bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re hejmarek zêde welatiyên Iraqê berê xwe dan welatên Ewrupayê. Li ser sînorên Belarus-Polonyayê bi dehan welatiyên Iraqê ji ber şert û mercên zehmet yên jiyanê, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di deryaya Ege’yê de jî gelek koçberên Iraqî di encama binavbûna keştiyan de jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2021’an de bi hezaran koçber ku gelek ji wan xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê bûn ji bo gihiştina Ewrupayê berê xwe dan sînorê navbera Polonya û Belarusê de. Krîzekî mirovî li ser sînorê her du welatan derket holê. Ji bilî wê jî gelek koçber vegerandine Herêma Kurdistanê.
(fk)