Iraq ji bo derxistina leşkerên Tirk kar dike

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mehemed Elî Hekîm di civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ereban de, careke din eşkere kir ku ew dijî hebûna leşkerên Tirk ên li ser xaka Iraqê ne û ji bo derxistina leşkeran kar dikin.


Civîna 152’yan a Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Erebî duh li Paytexta Misrê Qahîreyê hat lidarxistin. Di civîna ku bi Serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mehemed Elî Hekîm pêk hat de, pirsgirêkên Filistîn, Lubnan, mudaxeleyên Îsraîlê, hewldanên Îranê yên di nava welatên Ereban de, aloziya li herêma Kendava Erebî (Xelîç), pirsgirêkên penaberên Iraqê û penaberiya hundirîn hatin gotubêjkirin.

Li gorî nûçeya Tora Ragihandinê ya Iraqê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mehemed Elî Hekîm ku di civînê de axivî, hikûmeta Sudanê ya nû hatiye avakirin, pîroz kir.  Hekîm, di axaftina xwe de li ser pirsgirêka Filîstin, aloziyên li Suriye û Yemenê, her wiha li ser mijara Îranê nirxandin kirin û bal kişand ser çareseriyê.

Mijarek girîng a ku Mehemed Elî Hekîm di axaftina xwe de bal kişand ser jî, mudaxeleyên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê bû. Elî Hekîm derbarê mijara hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Iraqê de careke din nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Iraq careke din eşkere dike ku ew li dijî hemû şêwazên vê hebûna leşkerên Tirkiyeyê ye. Iraq kar dike ku vê hebûna leşkerî bidawî bîne. Iraq amade ye ku di mijara ewlekariyê de li ser esasê lihevkirina herdu welatan, bi Tirkiyeyê re hevkariyê bike."

(a)