Iraqê gazî balyozê Îranê jî kir

Pênçşem, 18 Pûşper 2020 – 15:56  NAVENDA NÛÇEYAN

Iraqê gazî balyozê Îranê jî kir

Wezareta Derve ya Iraqê ji ber bombebaranên çend rojên borî gazî balyozê Îranê yê li Iraqê jî kir. Daxwaznameyek nerazîbûnê dayê û ji Îranê xwest ku rêzê li seweriya xaka Iraqê bigire.


Piştî gazîkirina balyozê Tirkiyeyê, îro Wezareta Derve ya Iraqê bang li balyozê Îranê Îrec Mescidî yê li Bexda jî kir. Derbarê topbaranên Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê daxwaznameyek pêşkêşî Îranê kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê di dema gazîkirê de topbarên rojên dawî yên li ser gundên sînor ên li herêma Hacî Omeran şermezar kirine. Ji Tehranê hatiye xwestin ku rêz li serweriya xaka Iraqê bigire û rê dene karên wiha dubare bibe.

Wezareta Derve ya Iraqê destnîşan kiriye ku pêwîste peywendiyên dîrokî yên di navbera herdu aliyan de werin berdewam kirin, pêş bikevin û ji bo misogerîkirina aramiya asayîşa hevber ya herdu aliyan li riyek çareseriyê bigerin.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist