Iraqê ji Tirkiyeyê xwest hêzên xwe ji Iraqê derbixe

Pênçşem, 18 Pûşper 2020 – 14:52  NAVENDA NÛÇEYAN

Iraqê ji Tirkiyeyê xwest hêzên xwe ji Iraqê derbixe

Di nava 48 saetan de Wezareta Derve ya Iraqê cara duyemîn bang li balyozê Tirk yê li Iraqê kir. Bi riya daxwaznemeyekê Tirkiye ji binpêkirinên dike agahdar kir û jê xwest ku hêzên xwe ji Iraqê derbixe.


Wezareta Derve ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku bang li balyozê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz kirine û derbarê êrişên 17’ê mehê de agahdar kiriye ku careke din bi bombebaran û êrişan li nav xaka Iraqê binpêkirin kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku binpêkirinên dewleta Tirk berevajiya peymanname û yasayên  navneteweyî ne û tên red kirin. Ji dewleta Tirk tê xwestin ku bombebaranên xwe bide rawestandin û hêzên xwe ji wan vekişîne. Herwiha tê gotin ku Tirkiye bûye sedema têkdana zêdetir a asayîşa herêmên sînor û wiha tê gotin;”Em bi tundî wan binpêkirinan red dikin ku dijî prensîp û yasayên navdewletî ne.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku îro careke din gazî balyozê Tirk ê li Iraqê kirine û daxwaznameyek radest kirine û ji dewleta Tirk xwestine ku sînorekê ji bo van destdirêjiyan re dane û tê gotin ku mafê Iraqê jî heye ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina serweriya xak û selametiya xelkê bigire.”

Wezareta Derve ya Iraqê ji Tirkiyeyê xwestiye ku hêzên xwe yên li Iraqê derbixe û pirsgirêkê bi riya diyalogê û awayek aştiyane çareser bike.

(ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist