Ji ber bombebaranan Iraqê gazî balyozê Tirk kir

Sêşem, 16 Pûşper 2020 – 14:39  NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber bombebaranan Iraqê gazî balyozê Tirk kir

Wezareta Derve ya Iraqê, ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker gazî balyozê Tirkiye yê Bexdayê kir. Ji derveyî şermezarkirinê ji Tirkiyeyê xwest ku êriş dubare nebe.


Wezareta Derve ya Iraqê, ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker gazî balyozê Tirkiye yê Bexdayê kir. Îro Balyozê Tirkiye yê Bexdayê Fatîh Yildiz ji ber gazîkirinê serdana wezaretê kir. Li gel wekîlê Wezareta Derve ya Iraqê Ebdulkerîm Haşim civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, hevdîtin bi taybet derbarê êrişên dewleta Tirk de bû û dayîna zanyariyan bû.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Ji aliyê Wekîlê Wezareta Derve ya Iraqê Ebdulkerîm Haşim ve daxwaznameyek pêşkêşî balyozê Tirk hate kirin. Taybet li ser êrişên dewleta Tirk bû. Di vê çarçoveyê de binpêkirina asman û xaka Iraqê hate şermezar kirin.

Îşaret bi vê yekê jî hate kirin ku ev êrişane berevajiya peyman û yasayên navneteweyî, peywendiyên dostane û bingehê cirantî û rêzgirtina dualî ne.”

Li gorî daxuyaniyê bang li Tirkiyeyê tê kirin ku êrişên xwe rawestîne û Iraqê jî amadebûna xwe ya ji bo parastina hevbeş a sînoran a ji bo berjewendiyên herdu welatan de be da ye.

Daxwaz ji balyozê hatiye kirin ku daxwaznameyê bigihîne desthilata welatê xwe, heta ku tedbîrên pêwîst bigirin ku êriş dawî werin û dubare nebin.

(ab)

 

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist