Li bajarên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ber bandoriya tozbara ku di 15’ê Gulanê de derketî de, 4 hezar kesan ji ber nefestengiyê serî li nexweşxaneyan dan.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ji ber tozbarana ku bandoriyek nerênî li jiyanê dike, bi hezaran ji ber nefesttengiyê serî li nexweşxaneyan dane.
Hate ragihand ku ji ber bandoriya tozbaranê 4 hezar kesan serî li nexweşxaneyan dane.
Ji ber bahoza tozê ya zêde seferên balefiran ên Baxda, Necef û Silêmaniyê jî demkî hatibûn rawestandin.
Di heman demê de Wezareta Xwendinê jî ji bo rojekê betlaneya dibistanê ragihandibû.
(fk)