Ji beriya 40 salan fitwa Cîhadê li dijî Kurdan hatibû dayîn

Roja 19’ê Tebaxa sala 1979’an ku salek bû bi ser şoreşa gelan a Îranê de derbaz bibû, damezrêner û Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ruhuwla Xumeynî Fetwa Cîhadê li dijî Kurdan derxist. Emê di vê dosyê de sedemên derxistina vê fetwê û gelek hurgiliyên din behs bikin.


Îro 40 sal bi ser Fetweya Cîhadê ya ku Xumeynî li dijî Kurdan dabû re derbas dibe. Di rojek wekî îro de Xumeynî bi êrîşa leşkerî û darvekirinan bersîva daxwazên herî rewa yên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku ew jî demokrasî û mafê xwerêveberiya Rojhilatê Kurdistanê bû da.

Bi ragihandina şer li dijî Kurdan û şandina hêza leşkerî û Hakimê Şeriî ji bo Rojhilatê Kurdistanê, tawanên Îranê li dijî  xelkê Rojhilatê Kurdistanê despêkirin. Sadiq Xalxalî yê ku  Îranê wî wek Hakimê Şirî şandibû Rojhilatê Kurdistanê di nivîsên xwe yên rojane de gotibû; “Qet ne puşmanim ji wan sizayên bidarvekirinê ku min dane kesên dijberên Komara Îslamî, ew siza hîna kêm bûn.”

Ji beriya ku rejima paşayetî bi destê şoreşa gelan were ruxandin, li Rojhilatê Kurdistanê meclîsên bajar û taxan hatibûn avakirin. Van meclîsan di dema xwepêşandanan de pêşengtî ji gel re dikirin û parastina gel û  rêvebirina karên wan xistibûn sitûyê xwe de. Rêxistinên Kurdan ku heya wê demê bi veşartî kar û xebatên xwe birêve dibirin, hêdî hêdî kar û xebatên xwe bi awayek eşkere dinava gel de birêvebirin û dirûşmên xwe yên siyasî û bernameyên xwe yên civakî ji gel re eşkere dikirin. Roja ku rejima paşayetî hatî rûxandin jî li tevayî bajar û navçe ji aliyê meclîsan ve dihat birêvebirin.

Çima ew fitwa li dijî Kurdan hat dayîn?

Roja 31’ê Adara sala 1979’an li seranserî Îranê ji bo  pejirandina Komara Îslamî referandûm hat kirin. Di referandûmê de jî ev pirs ji gel hat kirin “Ji Komara Îslamî re Erê yan Na” bû. Heya wê demê gelên Îranê tiştek bi navê Komara Îslamî nebihîstibûn. Tû zanyariyek jî li ser vê sîstemê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve ji gel re nehatibûn dayîn. Lê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê baş ji naveroka vê sîstemê famkiribû. Ji bona wê di referandûmê de piraniya Kurdan dengê ‘Na’ dan bi damezrandina Komara Îslamî.

Têkildarî vê referandûmê Mamosta Ezedîn Hisên ku kesayetek naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê bû di beyanameyek xwe ji bo rojnameya Keyhan ku roja 28’ê Adara sala 1979’an hatibû çapkirin de gotibû; “Ji berku naveroka Komara Îslamî ne zelal û ne diyare, bi taybetî jî li ser mijara diyarkirina maf û çarenivîsa xwerêveberiya Kurdistanê di çarçoveya Îranê de emê xwe ji beşdarîkirina referandûmê biparêzin.”

Di rojên despêkê yên hatina desthilatdariya Komara Îslamî, li Rojhilatê Kurdistanê valatiyek ewlekariyê çêbû û piraniya navendên leşkerî ketin destê gel û hêzên Kurdî de. Di wê demê de li hin cihan navber bi navber dinavbera hêzên Kurdî û hêzên Komara Îslamî de pevçûn çêdibûn. Meclîsên bajar û gundan jî çalak bûn û gel xwe birêve dibir. Vê yekê jî hişt ku kîna desthilata Îranê li beramberî Kurdan çêbe. Ev kîn bi dengdana Kurdan ya ji bo referandûmê re destpêkiribû û guhnedana Kurdan ya desthilata Komara Îslamî vê kînê hîn zêdetir kiribû û ev yek wek behaneyek nîşan dan ji bo êrîşê ser Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Ji bona wê roja 19’ê Tebaxa sala 1979’an ku salek bû bi ser şoreşa gelên Îranê re derbaz bibû, damezrêner û Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ruhuwla Xumeynî Fitwa Cîhadê li dijî Kurdan derxist.

Xumeynî di fermana xwe de gotibû; “Niha xeberek gihiştiye min artêş (Artêşa Îranê) û saziyên wê hatine dorpêçkirin û ger heya nîv saet din alîkarî ji wan re neçe wê werin bê çek kirin. Ez bi cidî ferman didim hemû hêzên çekdar ber bi navendên leşkerî yên derdora Sine ve birê bikevin. Pasdarên şoreşê li kîjan cihî bin ber bi Sine û Kurdistanê ve birê bikevin. Bi tûndî hemû kesên serîhildane bêdeng bikin. Derengxistin bi saetek jî, xwe dana aliyeke ji erkan û bi tûndî wê werin siza dan.”

Di nava çend rojan de gelek kes hatin bidarvekirin

Bi fermana Xumeynî re artêş û pasdaran dest bi şandina hêzê ji bo Rojhilatê Kurdistanê kirin. Piştî fetwa Xumeynî rojek, Sadiq Xalxalî wek Hakimê Şeriî ji aliyê Xumeynî ve hatibû erkdarkirin, ji bo çavtirsandina Kurdan û dengên nerazî tevayî girtiyên Kurd ên di girtîgeha Tebrêz de bêy ku werin dadgeh kirin bidarvekir. Di nîva şeva 19’ê Tebaxa sala 1979’an de 11 welatiyên Kurd ên di girtîgeha Dêzel Abad ya Kirmaşan’ê de hatin gulebarankirin. Herwiha rojek piştî wê li Pawe 7 kesên din hatin bidarvekirin. Di 23’ê Tebaxê de jî li bajarê Merîwanê 9 kes bidarvekirin ku mamosta û karmendên nexweşxaneyan bûn. Di 25’ê Tebaxê de jî li Sine 11 kes hatin bidarvekirin ku ji wana 2 kes bi birîndarî hatin gulebaran kirin. Di 26’ê Tebaxê de jî 20 kes li bajarê Seqiz hatin bidarvekirin.

Bi vî awayî hêzên çekdar hem jî bejahî ve hem jî ji asîmanan de êrîşek berfireh li dijî gelê Rojhilatê Kurdistanê dabûn  despêkirin. Pêla bidarvekirinan jî berdewam bû, di beram ber de jî şervanên Kurdan berxwedanek bê hempa nîşan dan û artêşê neçarî bi paşdekişanê kirin. Yek ji mînakên herî berbiçav berxwedana 24 rojî ya bajarê Sine bû. Bajarê Sine ji her çar aliyan ve hatibû dorpêçkirin û hem ji asîman hemjî ji bejahiyê ve dihat bombebaran kirin. Berxwedêran 24 rojan li berxwedan û nehêlan bajar bikeve destê hêzên Îranê.

Vê berxwedana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan bû sedem ku ‘peyamên destpêkê ji bo aşitî û danûstandinan’ ji bo Rojhilatê Kurdistanê werin şandin. Despêka Mijdara sala 1979’an bi navbeynkariya Celal Talebanî yekem rûniştin dinavbera Îran û Kurdan de despêkir. Şandeya Îranê pêkdihat ji Feruher, Sebaxyan, Sehabî û çend rayedarek din ên leşkerî li gundê Bêweran a Serdeştê li gel şandeya Nûnerên Gelê Kurd ku bi serokatiya Mamosta Ezedîn Hisên civiyan.

Ev danûstandin bi qasî salek berdewam kirin. Lê negihiştin encamê.  Bi feramana Xumeynî nêzî 850  kes li Rojhilatê Kurdistanê hatin gulebaran kirin yanjî bidarvekirin.(Ev bîlanço ji aliyê navenda çandê ya ÇAK ve hatine tomarkirin)

Piştî 40 salan hîna êrîş berdewamin

Piştî derbasbûna 40 salan bi ser fermana Cîhadê ya Xumeynî a li dijî Kurdan, hîna êrîş li ser Kurdan berdewame û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê rastî zilma vê zêhniyetê tê. Di warê aborî û civakî de zext li ser Kurdan çêdike. Ciwan têne binçavkirin û têxin girtîgehan. Belgeya vê çendê ya herî dawî jî ropora Raporterê Taybet ê NY yê ji bo Mafên Mirovan ê Îranê Cewîd Rehman ku di 17’ê Tebaxê de belavkir. Di raporê de tê gotin; “Li herêmên Kurdan parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşan tû pêşketinek nine û rêjeya bêkarî gelek zêdebûye. Kurd di wezîfeyên bilin de nayên bicihkirin. Bi awayek fermî zimanê Kurdî li dibistanan de nayên dayîn. Komên ne hikûmî bi awayê ne fermî zimanê Kurdî didin. Herwiha nîva girtiyên siyasî yên Îranê jî Kurdin.”

(şk)