Parêzerên Rêber Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re serlêdan kirin.
Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.
19 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê standin. Parêzer di nava hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdanê dikin. Lê bi awayekî sîstematîk bersiva serlêdanan nayê dayîn. Di hinek rewşan de piştî mehan ji parêzeran re tê gotin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn.
Herî dawî di 13’ê Nîsanê de hevdîtina bi Rêber Ocalan re hatibû qedexekirin û di 18’ê Cotmehê de piştî ku ev qedexe qediyabû, hatibû diyarkirin ev qedexe şeş mehên din jî hatiye dirêjkirin.