Ji bo zarokên kêm endam ên Mexmûrê şahî

Ji bo zarokên kêm endamên (nexweşên down û otîzm) ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), şahiyek hat lidarxistin.


Şahî ji aliyê komek ciwanên wargehê ve bi armanca piştgiriya kampanyaya ji bo zarokên zarokên nexweşiya down û otîzmê, hat lidarxistin.

Di şahiya ku îro li navenda saziya Hêvî ya ji bo zarokên nexweşiya down û otîzmê, hatiye vekirin, hat lidarxistin de, paste, biskuvî û vexwarin li zarokan hatin belavkirin. Her wiha stran hatin gotin.

Navenda Hêvî bi alîkariya Komîteya Tendirustiya Mexmûr û Meclîsa Gel a Mexmûrê ji bo zarokên nexweşiyên down û otîzmê, di îlona 2018’an de hatiye vekirin. Li navendê ji bo zarokên kêmendam, ji aliyê mamosteyên derunînasiyê ve ders tên dayîn. Li navendê 8 mamostayên xwebexş kar dikin.

Bi armanca ku navenda Hêvî xizmetek baştir bike, di 17’yê Nîsana 2019’an de ji aliyê mamostayên navendê ve kampanyaya alikariyê hatibû destpêkirin. Navenda Hêvî di çarçoveya kampanyayê de banga alîkariyê li saziyên eleqedar ên girêdayî Neteweyên Yekbuyî û saziyên din yên navnetewî jî kiribû.

Şahiya ciwanan jî di çarçoveya kampanyayê de hat lidarxistin û piştgirî hat nîşandan. Ciwanên ku şahî lidarxistine têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman:

Vedat Kara: Me weke ciwanên Mexmûrê îro serdan Navenda Hêvî kir û ji bo zarokan şahiyek lidarxist. Navenda Hêvî di şert û mercên gelek zehmet de hate avakirn û niha pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Ev navend ji bo rehabîlîtasyona zarokên xwedî pêwîstiyên taybet jî bûye hêviyek. Me jî xwest em demek xweş bi van zarokan derbaz bikin.

Mizgîn Kara: Me îro ji bo piştgirî, alîkarî û moraldayînêserdana Navenda Hêvî kiriye. Di zarokên li Navenda Hêvî perwerde dibînin de guhertinek berbiçav tê dîtin. Ev yek jî diyar dike ku bi perwerdeyê em dikarin gelek tiştan biguherînin. Navenda Hêvî ji bo me hemûyan bûye hêviyek mezin.

Mamoste û Rêveberê Navedan Hêvî Firat Yildirim:Em spasiya ciwanên xwe dikin ku îro hatin serdana me. Pêwîstiya van zarokan tenê bi perwerdeyê nîn e, pêwîstiya wan bi civak, çand, xweza û hunerê heye. Di vê çarçoveyê de şahiya ku ciwanan lidar xistiye, girîng bû.

(ep/a)