Ji hêzên Iraqî li dijî binpêkirinên dewleta Tirk nerazibûn

Pênçşem, 18 Pûşper 2020 – 11:09  NAVENDA NÛÇEYAN

Ji hêzên Iraqî li dijî binpêkirinên dewleta Tirk nerazibûn

Hêz û aliyên siyasî yên Iraqê li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a li beramberî serweriya Iraqê nerazîbûn nîşan dan û daxwaz kirin ku tevahiya hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne.


Hevpeymaniya Nesir bi daxuyaniyekê binpêkirinên serweriya Iraqê şermezar kir û daxwaz kir ku binpêkirinên dewleta Tirk bi dawî werin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Em dubare binpêkirinên serweriya xaka Iraqê şermezar dikin. Dewlet berpirsê parastina tevahiya pîroziyên Iraqê, xak û xelkê wê ye.”

Hevpeymaniya Nesir daxwaz ji hikûmetê kir ku desthilata xwe ji bo parastina serwerî û rûmeta Iraqê bikar bîne û biparêze. Hevpeymaniya Nesir destnîşan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk aloziya li herêmê zêdetir dike û daxwaz kir ku serweriya Iraqê were parastin.

Di heman demê de Hizba Deweya Îslamî bi daxuyaniyekê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe li ser xaka Iraqê vekişîne û di heman demê de daxwawz ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku ji bo parastina serweriya Iraqê erkên xwe yên neteweyî pêk bînin.

Hizba Deweya Îslamî xwest ku hêzên Tirkiyeyê li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê vekişin û rêz li serweriya Iraqê bigirin.

Hizba Deweya Îslamî ji Tirkiyeyê xwest ku tevahiya hêzên xwe ji Iraqê bikişîne û ji bo parastina jiyana welatiyan jî gêdayî peywendiyên biratî û dostaniya baş be. Hêvî kir ku hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê erkên xwe pêk bînin û nakokiyên di navbera xwe de ji bo parastina berjewendiyên hevbeş çareser bikin.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist