Kazimî biryara kêmkirina mûçeya kesên payebilind da

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya reforma darayî de, biryar da ku mûçeyê kesên payebilind kêm bike.


Duh serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi lijneya reforma darayî ya Desteya Wezîran a Iraqê re civiya. Di civînê de behsa kêmkirina mûçeyê kesên payebilind yên Iraqê hate kirin.

Piştî civînê hate ragihandin ku ewê biryarên ji bo wekhevî û reformên darayî bicih bikin. Serokwezîrê Iraqê biryar daku cûdahiya mûçeyê kesên teqawîdbûyî çareser bike û mûçeyê kesên paye bilind jî kêm bike.

Li gorî daneyên ne fermî, li Iraqê 250 hezar karmend hene ku 3 distînin. Beşek ji vane parlamenter, wezîr û girtiyên siyasî ne. Li gorî daneyên fermî jî, zêdetirî 200 hezar teqawîdên siyasî li Iraqê hene.

(nr)