Keştiyek din a Îranê gihîşt Venezûelayê

Çarşem, 27 May 2020 – 13:16  NAVENDA NÛÇEYAN

Keştiyek din a Îranê gihîşt Venezûelayê

Wezîrê Petrolê yê Venezûelayê Tareck El-Aîssamî diyar kir ku keştiya petrolê ya Îranê gihiştiye kompleksa rafîneriyê ya Paragûana ya li eyaleta Falconê. El-Aîssamî li ser hesabê twîtterê wêneyên keştiyê weşand.


Li Paragûanayê ya ku yek ji kompleksa herî mezin a dinyayê ye, rojane 950 hezar varîl petrol tê derxistin lê hilberîna li vir li gorî welat ketiye.

Keştiya yekemîn a Îranê ya ku barê wê petrol bû roja Duşemê gihiştibû El Palîtoyê ya ku rafîneriyeke mezin lê heye.

Li gorî çavkaniyên leşkerî keştiyeke sêyemîn jî gihiştiye Venezûelayê. Tê payîn ku du keştiyên din jî di rojên pêş de bigihêjin Venezûelayê. Li gorî medyaya Venezûelayê bi giştî 1,5 milyon varîl benzîn di keştiyan de heye.

Venezûela rezerva wê ya petrolê gelekî zêde be jî li gorî daneyên OPEP’ê rojane bi tenê 622 hezar varîl petrolê hildiberîne.

(nr)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist