Koma duyemîn a ciwanên Başûr berê xwe dan çeperên berxwedanê

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevlî berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê bibin, koma duyemîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê berbi Rojava ve birêketin.


Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwanên ên Têkoşer ji bo çeperên berxwedanê werin xurtkirin û êrîşên qirker yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, seferberî ragihandibûn. Piştî ragihandina seferberiyê ciwanên Başûr Kurdistanê bersiva banga seferberiyê dan û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Koma yekemîn a ciwanên Başûr duh gihîştin Rojavayê Kurdistanê. Koma duyemîn jî îro berbi Rojavayê Kurdistanê ve birêket. Di vana koma duyemîn de ciwanên ji Silêmanî, Çemçemal, Xaneqîn, Kerkûk û Raperîn heye. Ciwanên biryara tevlîbûna berxwedana rûmetê dibin, beriya ji Başûr derkevin daxuyaniyeke bi dîmen dan.

Bi navê koma duyemîn a ciwanên Başûr Dêrsim Germiyanî yê xelkê Çemçemalê axivî û ev tişt got, “Berê niha çend rojan Rêxistina Ciwanên Welatparêz banga seferberiyê kiribû. Me jî weke ciwanên Başûr bersiva banga seferberiyê da û beşdarê berxwedana  Rojavayê Kurdistanê dibin. Em li dijî dewleta faşîst a Tirk rawestin. Em ji dijmin û dagirkerên Kurd re dibêjin, heya dagirkerî li ser xaka me berdewam be, wê ciwanên Kurd li dijî hemû dagirkeriyan raweste.”

(bz)