Koma YNK li parlementoya Iraqê: Divê leşkerên Tirkiye ji Iraqê bên derxistin

Pênçşem, 18 Pûşper 2020 – 08:18  ROJNEWS / BEXDA

Koma YNK li parlementoya Iraqê: Divê leşkerên Tirkiye ji Iraqê bên derxistin

Koma YNK’ê li Parlementoya Iraqê êrîşên dewleta Tirk û rejîma Îslamî ya Îranê yên li dijî Şengal, Mexmûr, Biradost û giştî Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Koma YNK’ê êrîşên Tirkiye weke binpekirina serweriya axa Iraqê dibîn û bang li Iraqê û hêzên navnetewî kir, dawî li hebûna leşkerên Tirkiye ya li Başûr û Iraqê bînin.


Koma Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li parlementoya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û her wiha topbarana rejîma Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Koma YNK’ê di daxuyaniyê de bi taybet êrîşên li dijî kampên koçber û penaberên Şengal û Mexmûrê yên girêdayî parêzgeha Nînowayê şermezar kir û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Berê niha du rojan dewleta Tirkiye êrîş li dijî kampên penaberan ên Şengalê û Mexmurê ku girêdayî parêzgeha Nînowabûn pêkanî. Her wiha artêşa Tirk bi awayeke hovane êrîşê gund û herêmên sivîl yên Heftanînê û hinek deverên din ên girêdayî parêzgeha Dihokê kir û wêran kir. Tirkiye hewl dide bi vî awayî tirs u xofê di nava civakê de çêbike, ji bo welatî gundên xwe terk bikin. Dixwazin herêmê bê mirov bikin, ji bo zêdetir daxilê axa Iraqê bibe. Bi taybet dixwaze herêma Biradost a girêdayî Hewlêrê bê mirov bike û li cihê wan hêzên xwe yên leşkerî li herêmê bicih bike û serweriya xwe li herêmê pêkbîne.”

Di daxuyaniya Koma YNK’ê de topbaranên rejîma Îranê yên li dijî gundên girêdayî herêma  Hacî Umranê hate şermezar kirin û ev tişt hate gotin, “Em ji van êrîşên dewleta Tirk û topbaranê Îranê matmayî mane u vê yekê weke tecawizeke eşkere ya li dijî serweriya dewleta Iraqê dibînin.”

Koma YNK’ê êrîşên Tirkiyeyê berovajiyê qanûnên navnetewî dibîne û ev bang li hêzên navnetewî û hikûmeta federal a Iraqê dike, “Em hem ev destdirêjiyên dijî serweriya Iraqê şermezar dikin û hem jî bang li Hikûmeta Iraqê dikin, hewlesteke cidî nîşan bide. Divê Iraq parastina serweriya xaka Iraqê bike û welatiyên ji ber êrîşên dewleta Tirk mexdûr dibin, biparêze. Divê pêşî li êrîş û destdirêjiyên ku welatiyên sivîl jê bandor dibin, bigire. Divê civaka navnetewî bi awayeke lezgîn destwerdan li rewşê bike û dawî li hebûna leşkerên Tirkiye li Iraqê bîne û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bike, da pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêyên demokratîk çareser bike û şerê xwe derxe derveyî axa Iraqê.”

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist