Komeke çekdar li Diyalayê 2 ciwan qetil kirin

Çarşem, 3 Pûşper 2020 – 22:30  NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke çekdar li Diyalayê 2 ciwan qetil kirin

Li sînorê parêzgeha Diyala komeke çekdar 4 ciwanên melevanî dikir dan ber guleyan. Di encama gulebaranê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da, 2 ciwan jî birîndar bûn.


Li gor agahiyên hatine wergirtin li navçeya Mîqdadiye ya girêdayî Diyala di encama êrîşa komeke çekdar a nenas de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da, 2 ciwan jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsên Diyala Nîhad Mihemed ê têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî got, “Di nav daristanên gundê Zûhêrat de avek heye. Çar ciwan li wir melevaniyê dikin. Komeke çekdarên nenas ew ciwan gulebaran kirine. Di encama êrîşê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest daye, 2 ciwan jî birîndar bûne. Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyane.”

Nîhad Mihemed destnîşan kir ku kesên birîndar ji bo tedawiyê veguhestine Nexweşxaneya Giştî ya Mîqdadiye.

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist