Duh li paytexa Urdun Emmanê Kongreya ‘Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb’ bi tevlîbûna dehan siyasetmedarên Rojhilata Navîn hatibû li darxistin. Kongreya ku armanca wê xurtkirina peywendiyên navbera Kurd û Ereban bû, bi ragihandina encamnameyê bi dawî hat.
Duh di saetên sibehê de Kongreya ‘Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb’ li paytexda Urdun Emmanê, bi tevlîbûna siyasetmedarên Ereb û Kurdan yên ji Iraq, Suriye, Urdun,Filistîn, Misir, Lubnan, Herêma Kurdistan û Ewropayê destpêkiribû.
Kongre duh di saetên êvarê de bi xwendina encamnameyek bi dawî hat. Di encamnameya kongreyê de hat gotin, “Di qonaxek wisan giring û dîrokî de ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe, li darxistina vê kongreyê li Umana paytexta Urdunê gelek giringe ku armanca wê avakirina diyalogekek xurt di navbera pêkhateyên cûda yên herêmê de ye.”
Her wiha hat gotin di kongreyê de gelek mijarên ku bûne sedema aloziyan li herêmê hatin niqaşkirin. Her wiha hat gotin li darxistina kongreyê hewildaneke ji bo vegerandina baweriya navbera gelên herêmê. Hat diyarkirin di kongreyê de li ser çawaniya xwe dûrxistina ji aloziyên dewletên netewperest, olî û mezhebî rawestiyan.
Di encamnameyê de hat diyarkirin di kongreyê de giringî bi diyalog û zelalkirina çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên Rojhilata Navîn a bi rêyên yasayî û desturî hat kirin.
Her wiha di kongreyê de giftûgo li ser çand û hunera gelên herêmê hat kirin. Her wiha giringî bi projeya netewa demokratîk a li ser bingehê dewleta hemwelatîbûnê hat dayîn. Her wiha kongre piştgiriya xwe ji mijara jinê û wekheviya regezî re dike.
Hat gotin divê kongre û hevdîtinên di navbera gelên herêmê bi taybetî Kurd û Ereb de berdewam bike, jin û ciwan tevlî karên kongreyê werin kirin.
(kş)