Li Bendera Eqebe ya Urdunê di dema veguhestina tankerên gaza bi jehrî de tankerek ket xwarê. Ji ber gaza jehrî ya ku li derdorê belav bû heta niha 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 251 kes jî birîndar bûne. Her ku diçe hejmara qurbaniyan zêdetir dibe.
Îro li Bendera Eqebe ya Urdunê di dema veguhestina tankerên gaza jehrî de, tankerek ji vîncê ket xwarê û gaza jehrî li derdorê belav bû. Di encama belavbûna gaza bi jehrî de heta niha 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 251 kes jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.
(kş)