Li Bexda depoyek çek û teqemiyan teqiya

Li başûrê Bexda, li navenda leşkerî ya Seqer depoyek çek û teqemeniyan teqiya.


Li başûrê Bexda, vê êvarê li navenda leşkerî ya Seqer depoyek çek û teqemeniyan a polîsên Federal ên Iraqê  teqiya. Depoya tê de teqîn pêk hatiye nêzî eluya Reşîd a li başûrê Bexdayê ye.

Li gorî medya Iraqê, di depoyê de gelek çekên navîn hene, lê heta niha ziyana çêbûye nayê zanin.

Piştî teqînê tîmên agirkujiyê çûn cihê teqînê.

(ab)