Li Bexda mayînek hat pûçkirin

Berdevkê serokwezîrê Iraqê got ku mayînek berê ku li ser Pira Sink a li navenda bajarê Bexda hatî çandin, pûç kirine.


Berdevkê serokwezîrê Iraqê Ebdulkerîm Xelef diyarkir ku mayînek ku berê hatibû çandin, li ser pira Sink a li navenda Bexdayê hatiye pûç kirin.

Pira Sink yek ji pirên li navenda bajarê Bexda ye û xwepêşandan li ser tê kirin.

Hêjayî gotinê ye duh bi şev li bajarê Besre û Bexda 10 xwepêşandêr bi guleya hêzên ewlekariyê hatin kuştin. Ji bo vê tê payîn îro xwepêşadann berfireh werin lidarxistin.

Li gorî medyaya Iraqê, îro danê sibê gelek hêzên ewlekariyê li bajarê Besre belav bûne û gelek kolan hatine girtin.