Li Bexdayê bi milyonan kes wê dakevin qadan

Sêşem, 10 Berfanbar 2019 – 08:50  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bexdayê bi milyonan kes wê dakevin qadan

Tê payîn li Bexdayê bi milyonan kes rabin ser xwe û xwepêşandanek berfireh lidarbixin. Li gelek parêzgehên Iraqê rewşa awarte hatiye ragihandin, konsolosên welatên Ewrupayê jî di derbarê xwepêşandanê de hişyarî dan.


Xwepêşandanên Iraqê li rexmê îstifakirina serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî dewam dikin. Tê payîn zêdetirî milyonan kes li meydana Tehrîr ya Bexdayê kom bibin û xwepêşandanek berfireh lidarbixin.

Berdevkê fermandariya giştî ya hêzên çekdarî yên Iraqê Ebdulkerîm Xelef got; “Serokwezîr ferman daye ku nabe Heşdî Şeebî destwerdanê di kar û barên ewlekariyê de bike.”

Rêveberê Esayîb Ehil El Heqê, Qeys Xezelî haydariyê li ser xwepêşandana Bexdayê da. Esayîb xwepêşandan îro weke ‘tevliheviyê’ binavkir.

Amadekariyên xwepêşandanê duh destpêkiribûn û tê payîn îro ji gelek kes parêzgehên din yên Iraqê jî berê xwe bidin Bexdayê. Tê payîn bi milyonan kes meydana Tehrîr ya Bexdayê amadebin û xwepêşandanek berfireh were lidarxistin.

Konsolosa Emerîka, Brîtanya, Elmanya û Fransa yên li Bexdayê jî serokwezîrê Iraqê hişyar kirin. Konsolosan bang li serokwezîrê Iraqê kirin daku hêzên Heşdî Şeebî ji cihê xwepêşandanê dûrbixin.

 

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist