Li Deraayê 4 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Li taxa Dahiyê ya bajarê Deraayê mayinek teqiya û di encama wê de 4 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.


Li gorî Russia Today  terorîstan mayinek di hundirê erebeyeke leşkerî de ku leşker ji malên wan ber bi nuqteyên wan ve dibirin, bi cih kiribûn û dema ku leşker lê siwar bûn, teqiya.

Di encama teqînê de 4 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da û 14 leşker jî birîndar bûn.

Di hefteya derbasûbyî de erebeyeke leşkerî ya artêşa Rûsyayê li parêzgeha Deraayê bû hedef.

(rn)