
Li Dihokê 2 kes hatin kuştin
Li Dihokê jinek 18 salî û ciwanek 30 salî hatin kuştin. Cenazeyên wan rakirin Tiba Edlî ya Dihokê.
Li Komelgeha Cizre ya ser bi navçeya Şêxan a Dihokê îro jinek ciwan a 18 salî û ciwanek 30 salî hatin kuştin. Ciwanê 30 salî zewiciye.
Berdevkê Polîsên Dihokê Hêmîn Silêman li ser bûyerê ev agahî dan;"Malbata keçê kur û keç bi hev re kuştin. Li ser bûyerê lêpirsiyê destpê kiriye. Bikuj nehatine binçavkirin."
(ab)