Li Hewlêrê kampanya piştgiriyê ji bo Rojava hate ragihandin

Bi pêşengtiya komek ji aktivîst, rojnamevan û endamên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, kampanyek piştgiriyê ji bo berxwedana Rojava hate ragihandin.


Di saetên êvarê de li Politbûroya Hizba Şue ya Kurdistan a li Hewlêrê têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê û danîna bernameyek ji bo çalakiyan li Hewlêrê, civînek hate lidarxistin. Di civînê de aktivîst, rojnamevan û endamên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê têde amade bûn.

Yek ji amadekarên kampanyê Ferman Reşîd ji Rojnews’ê re axivî û got; “Îro wek çalakvan û kesayetên cûda yên bajarê Hewlêrê me civînek lidarxist. Di civînê de me biryar girt ku kampanyek ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ku wê têde çalakiyên cûda cûda li xwe bigre di rojên pêş de li Hewlêrê werin lidarxistin ragihînin.”

Her wiha Ferman Reşîd da zanîn ku wê dinava çalakiyên wana de çalakiyên hunerî, kombûn , xwepêşandan, serdana hêzên siyasî û konsolosxaneyên welatan hebin. Reşîd got, em hewil didin bi van çalakiyên sivîl zextê li ser hikûmeta Herêma Kurdistan bikin daku helwestek cidî lidijî van kiryarên dewleta Tirk nîşan de û sinorek li pêşiya liv û tevgera artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê dayne.

(şk)