Li Îranê 143 kesên din ji ber Koronayê jiyana xwe jidest dan

Li Îranê di 24 saetên dawî de 2 hezar û 206 kesên din bi virûsa Korona ketin û 143 kesan jî, jiyana xwe ji dest da. Hejmara giştî ya qurbaniyên Korona derket 2 hezar û 77 kesan, hejmara kesên bi virûsê ketin jî, bû 27 hezar û 17. 9 hezar û 625 kesên bi Korona ketibûn jî, baş bûne.


Serokê Beşa Têkiliyên Gel a girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur, amarên dawî yên virûsa Korona parve kirin.

Li gorî vê yekê, di 24 saetên dawî de 2 hezar û 206 kesên din bi virûsa Korona ketine, 143 kesan jî, jiyana xwe ji dest daye.

Bi vî rengî hejmara kesên bi virûsa Korona ketine derket 27 hezar û 17, hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye jî derket 2 hezar û 77’an.

Heta niha 9 hezar û 625 kesên bi virûsê ketine jî, baş bûne.