Li Îranê balafirek kete xwarê

Li parêzgeha Siman a Îranê balafirek perwerdeyê kete xwarê. Du kesên têde jiyana xwe ji dest dan.


Li nêzî Balafirgeha Eywankî ya bajarê Germsarî ya parêzgeha Simnan balafirek perwerdeyê ya corê Sûk kete xwarê.

Di encamê de pîlotê wê yê 51 salî û jinek ciwan a 18 salî jiyana xwe ji dest dan.

Qaymeqamê Gerimsar Elî Himetî eşkere kir ku ji ber pirsgirêka teknîkî balafir di saet 09.00'an de 200 metreyan dûrî balafirgehê ketiye xwarê.

(ab)