Li Îranê erdhejiya

Li Bakur Rojavayê Îranê erdhejek bi pileya 5.9’an çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûne.  


Li gorî ragihandina Îranê, serê sibehê di saet 02:17’an de depremek bi pileya 5.9 li Başûrê eyaleta Azerbeycan çêbûye û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji destdaye.  

Hat gotin ku deprem li bajarên Miyane, Rojavayê Azerbeycan, Rojhilat, Tewrêz, Zencan, Geylan ûErdelanê jî hatiye hîs kirin. Hat diyarkirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û 312 kes jî birîndar bûne. Herwiha 30 xanî jî bi temamî xirabbûne.

Herwiha li gorî agahiyan gelek sewal jî telefbûne.