Li Îranê ji ber vîrûsê 157 kesên din mirin

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr eşkere kir ku di nava 24 saetên dawî de 157 kesên din ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane.


Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Dr. Kiyanûş Cîhanpûr bi daxuyaniyekê ragehand ku ji duh heta îro li seranserê Îranê 157 kesên din ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gehîşt 2 hezar û 234 kesan.

Dr. Cîhanpûr diyar kir ku  2 hezar û 389 kesên din ber vîrûsa korona ketine û hejmara giştî kesên bi vîrûsa korona ketine 29 hezar û 406 kesan.

Dr. Cîhanpûr destnîşan kir ku heta niha li Îranê 10 hezar û 456 kes ji nexweşiya vîrûsa korona rizgar bûne.

Herwiha Hikûmeta Îranê hatinûçûna di navbera bajaran de qedexe kir û ji bo pêla duyemîna vîrûsê hişyarî da.

(ab)