Li Îranê teqîn: 4 kuştî, 15 birîndar-HATE NÛKIRIN

Li bajarê Çabahar ya Îranê wesayîteke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 15 kes jî birîndar bûne.


Li bajarê Çabahar ya ser bi parêzgeha Belûcîstan a Îranê ku dikeve Başûrrojhilat, li nêzî navenda polîsan wesayîteke bombebarkirî teqiya.

Li gorî daxuyaniya qeymeqamê Çanbaharê, di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.

Lê hinek çavkaniyên din jî hejmara kuştiyan 3 û ya birîndaran jî 19 didin.

Li gorî ajansa İRNA'yê jî di nava kuştiyan de leşkereke paye bilind yê bi navê Heyder Alî Kîxanî jî heye. 

(bz)