Li Iraqê 30 kesên din bi virûsê ketin

Wezareta Tendirûstiya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand 30 kesên din li Iraqê bi virûsa Koronayê ketine. Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyan hate kirin, dema her nîşaneyek ya virûsê hîs kirin yekser serdana nexweşxaneyan bikin.


Wezareta Tendirûstiya Iraqê di saetên êvarê de daxuyaniyek li ser hejmara kesên bi virûsê ketine da. Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin 30 kesên ku nû bi virûsa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de Wezîrê Tendirûstî û Jîngehê yê Iraqê Cehfer Sadiq, daxwaz ji welatiyan kir di dema dîtina her nîşaneyek ya virûsê de, serdana nêzîktirîn navenda tendirûstiyê bikin, ji bo testên pêwîst were kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin piraniya kesên ku niha bi virûsê ketine, di destpêkê de serdana nexweşxaneyan nekirine, heya rewşa wan giran bûye nû serdana nexweşxanê kirine.

Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiya Iraqê, heya niha li seranserê Iraqê 346 kes bi virûsê ketine, 29 kesan jiyana xwe ji destdane, her wiha 103 kes jî rewşa wan baş bûne.

(şk)