Li Iraqê 306 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tendirustiya Iraqê diyarkir di nava 24 saetên dawiyê de 5  hezar 644 testên virûsê hatin çêkirin û di encamê de derket ku 306 kes bi vîrûsê ketine. Her wiha da diyarkirin 10 kes mirin Û 66 nexweş jî baş bûn.


Li Iraqê her ku diçe hejmara kesên bi virûsê  dikevin zêde dibe. Têkildarî daneyên dawî yên virûsê  Wezareta Tendirustî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di nava 24 saetên dawiyê de 5 hezar 644 testên virûsê hatin çêkirin û di encamê de derket ku 306 kes bi vîrûsê ketine.

Her wiha hat destnîşankirin ku 66 kes baş bûne, 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê, heya niha li Iraqê  6 hezar 179 kes bi virûsê ketine, 3 hezar 110 kes baş bûne û 195 kes jî mirine.

(şk)