Li Iraqê 781 kesên din bi Koronayê ketin

Çarşem, 3 Pûşper 2020 – 18:53  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Iraqê 781 kesên din bi Koronayê ketin

Hat ragihandin ku li Iraqê di saetên dawî de 781 kesên din ên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin, li gel vê 21 kesan jiyana xwe ji dest dane.


Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî daneyên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav 24 saetên dawî de 781 kesên din ên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin û ji wan 436 kes li Bexdayê ne.  

Li gor daxuyaniyê 21 kesên ji ber Koronayê tedawî didîtin jî jiyana xwe ji dest dane û ligel vê 587 kes jî baş bûne.

Li gor daneyên dawî li Iraqê heta niha 8 hezar û 168 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 4 hezar û 95 kes baş bûne û 256 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

(yş)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist