Li Iraqê hefteyek qedexeya hatûçonê tê ragihandin

Maseya Qirîzan a Iraqê biryar da ji sibe û şûnde di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina virûsa koronayê de hefteyek qedexeya hatûçonê li tevaya parêzgehên Iraqê were ragihandin. Wê biryar ji bo parêzgehên Herêma Kurdistanê ne derbazdar be.


Maseya Qirîzan a Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya. Hate diyarkirin di civînê de biryara komîsyona tendirustiyê ya ji bo qedexeya hatûçonê hatiye erê kirin. Li gorî vê biryarê  wê  ji sibe û şûnde li tevayî parêzgehên Iraqê Kerkûk jî di nav de, hefteyek qedexeya hatûçonê were ragihandin. Lê ev biryar li parêzgehên Herêma Kurdistanê ne derbazdare.

Hêjayî gotinê ye duh Wezareta Tendirustî ya Iraqê ragihandibû ku di nava 24 saetan de 416 kes bi virûsê ketibûn. Ji destpêka belavbûna virûsê ve ev rêjeya herî zêde ye ku li Iraqê di nava rojek de bi virûsê  dikevin. Li gorî daneyên herî dawî heya niha 5 hezar û 873 kes bi virûsê ketine, ji vê hejmarê jî 185 kesan jiyana xwe ji destdane.

(şk)