Li Iraqê qedexeya hatinûçûnê hate dirêjkirin

Hikûmeta Iraqê heta 11’ê Nîsanê qedexeya hatinûçûnê dirêj kir.


Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa korona hikûmeta Iraqê dema qedexeya hatinûçûnê heta 11’ê Nîsanê dirêj kir.

Li Herêma Kurdistanê jî dema qedexeya derketina ji derve heta 1’ê Nîsanê hatiye diyarkirin, lê îro Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku heta 15’ê Nîsanê were dirêjkirin.

(ab)