Hevpeymaniya Tensîqî ya Şîeyan şevê din li mala serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî kombûn û ragihandin ewê ji bo avakirina hikûmetê li benda nirxandina îtîrazên ji bo hilbijartinê bimînin. Her wiha hate gotin, ew bi 95 kursiyan koma herî mezin a parlementoyê pêktînin.
Li gorî nûçeyeke Bexdad Elyum’ê şevê din Hevpeymaniya Çarçoveya Tensîqî ya Şîeyan şevê din li mala Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî El-Malikî kom bûne. Hate gotin, di civînê de ev aliyên Şîe biryar dane heya encama îtîrazên wan ên ji bo hilbijartinê neyên eşkere kirin û bi encamkirin, ewê li ser avakirina hikûmetê ti guftûgoyek nekin û civîn çênekin.
Li gorî heman çavkaniyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa belgeyên zelal derbarê sextekarî û destwerdanên li hilbijartinê de pêşkêşê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê kirine û li bendêne komîsyon lêkolîn derbarê belge û îtîrazan de bike.
Her wiha berpirsên Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi rêya hinek ragihandinên herêmê gotine, wan ji bo pêkanîna hikûmetê li gel hinek partî û aliyên Iraqî yên fikrên wan yên netewî nêzîhevin hevdîtinkirine û dibe ku koma herî mezin a parlementoya ku dike 95 kursî, ava bikin.
Hêjayî bibîrxistinêye di hilbijartinên pêşwext yên Iraqê de 23 milyon 986 hezar û 741 kes mafê xwe dengdayînê hebû, li gorî komîsyona hilbijartinê tenê sedî 41’ê dengdêran çûne ser sindoqê û nîvê zêdetir boykot kirine. Lê li gorî hinek aliyên siyasî yên Iraqê rêjeya dengdayînê 12 derbas nekiriye.
(bz)