Li Kabîlê rojnamegerek hate kuştin

Li Kabînê di teqînekê de rojnamegerek Efganî û şofêrê wî jiyana xwe ji dest dan. 7 xebatkarên kanal jî birîndar bûn. DAIŞ’ê berpirsyartiya êrişê li xwe girt.


Şeva borî bombeyek bi wesayîta karmendên televîzyona Xorşîd a Efgan ve teqiya. Di teqînê de rojnamegerek û şofêrê wesayîtê jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 15 kes di wesayîtê de bûn. 7 kes jî birîndar bûn.

Ev cara duyemîne li dijî karmendên vê kanalî êriş pêk tê.

Rêbeverê Kanala Xorşîd ragihand ku di êrişê de nûçegihanê wan ê aborî Mîr Wahîdşa û şofêrê wesayîtê Şefîq Emîrî ku karmendê beşê teknîkêye jî jiyana xwe ji dest dane û 7 karmandên din ên kanal birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ’ê berpirsyartiya êrişê li xwe girt.

Piştî bûyerê Yekîtiya Ewropa, DYE’yê û NATO’yê êriş şermezar kir. Li gorî rapora rojnamegerên bêsînor Efganistan ji bo karê rojnamegerî cihê herî xeternake.

Di sala 2018’an de li Efganistanê 15 rojnameger hatibûn kuştin ku weke xala herî bi xwîn dihate bi nav kirin. Di sala 2016’an de jî ji ber teqîna wesayîtekê 7 rojnamegerên kalana Tiluh jiyana xwe ji dest dan.

(ab)