'Li Loristanê xwepêşanderan 36 bank şewitandin'

Serokê desteya bankên parêzgeha Loristanê diyarkir ku li Loristan 36 bank hatine şewitandin û ziyanek mezin gihiştiye bankan.


Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Serokê desteya bankên parêzgeha Loristan ya li Rojhilata Kurdistanê Bêjen Muqdem nûçeyên şewitandina bankan piştrast kir  û got ku ziyan gihiştiye 36 bankan.

Muqdem got; “36 bank li bajarê Xurmawa ya navenda parêzgeha Loristan ji aliyê xwepêşandêran ve hatine şewitandin û ziyan gihiştiye bankan.