Li Necefê pasavanan êrîşî xwepêşandaran kir : 4 mirî 17 birîndar

Li parêzgeha Necef a Iraqê, xwepêşandarên ku li dijî gendeliyê derketin kolanan, bi mudaxeleya pasavanan re rû bi rû man. Di encama êrîşê de 4 kes hatin kuştin, 17 jî birîndar bûn.


Serokê Eniya El-Sedir a Iraqê Muqteda El-Sedir, 13’yê Gulanê ferman dabû eniya xwe û xwestibû ku komîte bên avakirin û kesên destê wan di gendeliyê de hene, ji eniyê bên derxistin.

Li ser vê fermana Sedir, alîgerên wî li Besra, Wasit, Kerbela, Babil û Necef daketin kolanan û xwepêşandan lidar xistin.

Li parêzegeha Necefê jî şevê din li pêşiya navendeke kar xwepêşandan hat lidarxistin. Hat gotin ku xwediyê navenda kar endamê Eniya El-Sedir e û li ser daxwaza Muqdeta El-Sedir ji ber gumana gendeliyê ji eniya Sedir hatiye derxistin.

Di dema xwepêşandanê de pasavanên (erkdarên ewlekariyê) navenda kar, bi guleyan êrîşî girseyê kir. Di encama êrîşê de 4 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn. Li ser êrîşa pasavanan girseya gel ket hundirê navenda kar û şewitand. 

Piştî bûyeran, hêzên ewlehiya Iraqê hatin navenda kar û 5 pasavanên ku gule li ser gel reşandibûn, binçav kirin.