کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

 Li Qahîreyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
28/11/2021 - 9:46:42 pm
in ROJHILATA NAVÎN
0 0
A A
 Li Qahîreyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Di merasîma îmzekirina pirtûkê de ku li Navenda Çandê ya Sefaretxaneya Misirê pêk hat, 27’ê Mijdarê 43. salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Di merasîma îmzekirina pirtûkê de ku li Navenda Çandê ya Sefaretxaneya Misirê pêk hat, 27’ê Mijdarê 43. salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin. Di çalakiya ku gelek nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Misirê jî amade bûn de bal hat kişandin ser helwesta dîrokî ya PKK’ê û hate destnîşankirin ku divê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ komîteyeke navneteweyî ya Ereban bê avakirin.

Nivîskar û rojnamevanê Misrî Dr. Fethî Mehmûd di merasîma îmzekirina berhema xwe ya li ser ‘Pêwendiyên Kurd û Ereban’ bi xwendevanên xwe re hat cem hev.

Di destpêka çalakiyê de Fethî Mehmûd behsa girîngiya pirtûkê ya li ser têkiliyên Kurd û Ereban kir. Fethî îşaret bi sedemên fikra nivîsandina pirtûkeke bi vî rengî kir û diyarkir ku ew dixwaze di derbarê Kurdan de agahiyan bide û rola Kurdan di ewlehiya neteweyî ya Ereban de derxîne pêş û da zanîn ku Kurd her tim bûne xwedî parêzvanên deriyê rojhilatê cîhana Erebî ne.

Fethî Mehmûd ragihand ku wî bi gotareke xwe ya di rojnameya El Ehram de dest bi pirtûkê kiriye û wiha berdewam kir: “Min xwest di gotara xwe ya di rojnameya El Ahram de behsa Abdullah Ocalan bikim û piştgiriya azadiya wî ya fîzîkî bikim. Di heman demê de min xwest ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan komîteyek Erebî ya navneteweyî bê avakirin. Dema ku gotara min hat weşandin, ji aliyê nivîskar û rewşenbîrên Ereb ve bi eleqeyek mezin hat şopandin û erênî hat dîtin.”

Nivîskarê Misrî Fethî Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PKK tevgereke azadiyê ye. Xebatên wê yên terorê tune ye. Lewma divê ji lîsteya terorê bê derxistin. Weke nivîskar û rewşenbîrên Ereb em piştgiriya wî dikin. Ji bo ‘Derxistina PKK’ê ji Lîsteya Terorê’ jî em di nava kampanya navneteweyî de cih digirin. PKK di esasê xwe de têkoşîna azadiya Kurdan e. 50 sal in berxwedanên bêhempa nîşan daye. Ji bo vê yekê jî divê Partiya Karkerên Kurdistanê li welatên Erebî baştir bê danasîn.”

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrê Rajaî Fayed di axaftina xwe ya li çalakiyê de kirî behsa şovenîzma Tirk kir û got, “Ji ber şovenîzmê ji bilî Tirkan tu kesî nabîne. Li Tirkiyê Kurd, Laz, Ereb û hwd. gelek pêkhateyên gelêrî dijîn. Bi helandina Kurdan di nava civakê de, dibêjin ew jî Tirk in. Bi gotina Kurd ne li vir in dixwazin wan weke ‘Tirkên Çiyayî’ nîşan bidin. Kurd ji ber kesên ku li pey vê nêzîkatiya şovenîst in rastî wehşeteke mezin tên.”

Rajaî Fayed di çalakiyê de derbarê PKK’ê de hin nirxandin kir û wiha pêde çû: “Di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundekî Amedê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat damezrandin û serokê wê Abdullah Ocalan bû, Abdullah Ocalan û PKK’ê li dijî emperyalîzm û kolonyalîzmê rawestiyan. PKK xwedî helwestên dîrokî yên ku nayên jibîrkirin e. Yek ji helwêstên wî yên nayên jibîrkirin helwesta wî ya piştgirîkirina doza Filistînê ye. MOSSAD’ê bi Tirkiyeyê re li dijî Abdullah Ocalan dest bi êrîşan kir. Ji wê demê ve li Îmraliyê girtî ye.”

Fayed diyarkir ku divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin û got, “Ti sedem û bingeheke qanûnî nîne ku PKK di lîsteya terorê de bimîne.”

Rajaî Fayed xîtabî tevahiya civaka Ereban kir û wiha dewam kir: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê divê em hewl bidin. Ez 27’ê Mijdarê li hemû PKK’yiyan pîroz dikim. Em hêvî dikin ku sala nû bi hevre bi azadiya Abdullah Ocalan pîroz bikin.”

Nûçeya berê

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li Şengalê çalakiya konvedanê destpê kir

Nûçeya pişt re

Ma qedera Baran kûrahiya deryayê bû?

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Dadgeha Kerix bang li Hoşyar Zêbarî kir

Dadgeha Kerix bang li Hoşyar Zêbarî kir

Gulan 17, 2022
Li Îranê tişt giran bûne û welatî nikarin pêdawîstiyên rojane bikirin

Li Îranê tişt giran bûne û welatî nikarin pêdawîstiyên rojane bikirin

Gulan 17, 2022

Pêlek din a tozbarînê di rê de ye

Li Lubnanê gel diçe ser sindoqên dengdanê

Li Dîwaniyê bombeyek bi karwanê hêzên Koalîsyonê ve teqiya

Li Îranê di çalakiyên li dijî zemê de kesekê jiyana xwe dest da

Nûçeya pişt re
Ma qedera Baran kûrahiya deryayê bû?

Ma qedera Baran kûrahiya deryayê bû?

Yên Li Pêş

Komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê hate şermezar kirin

Komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê hate şermezar kirin

Gulan 16, 2022

Li wargeha Mexmûrê Komkujiya Hewlerê bi tundî hate şermezar kirin. Li ser navê kesên di komkujiyê de hatin windakirin û...

Gerîlayan li Biradostê derbek mezin li Artêşa Tirk dan

Gerîlayan li Biradostê derbek mezin li Artêşa Tirk dan

Gulan 16, 2022

Li Biradostê gerîlayên azadiyê derbek mezin li leşkerên Artêşa Tirk dagirker xistin. Gorî agahiyan gelek kuştî û birîndarên leşkerên Tirk...

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Asayîşa Êzdîxanê bû hêviya veger û parastina gel

Gulan 17, 2022

Piştî fermanê bi avabûna hêzên parastina cewherî yên Şengalê re 200 hezar kes vegeriyan ser axa xwe. Di nav 6...

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Dadgeha Hewlêrê li 5 girtiyên Behdînanê ceza birî

Gulan 16, 2022

Piştî 17 mehan 5 girtiyên Behdînanê hatin dadgehkirin û Dadgeha Hewlêrê li her yek ji wan 2 sal cezayê girtîgehê...

Komkujiya Hewlêrê: Eger saxbin berdin, kuştîbin hestiyê wan bidin

Komkujiya Hewlêrê: Eger saxbin berdin, kuştîbin hestiyê wan bidin

Gulan 16, 2022

Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin û gotin; “Eger saxin û di girtîgehê dene, berdin. Eger hatine...

Li Mexmûrê TJCM-TCM’ê li dijî tecrîdê dest bi rêze çalakiyan kirin

Li Mexmûrê TJCM-TCM’ê li dijî tecrîdê dest bi rêze çalakiyan kirin

Gulan 16, 2022

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TJCM-TCM) bi...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist