Li Reqayê teqîn

Li Reqayê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê teqiya, di encamê de 3 sivîl mirin.


Li gorî nûçeya ANHA’yê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê li kolana Nûr a bajarê Reqayê Teqiya. Teqîn saet 16:00 de pêk hat, di encamê de 3 sivîl mirin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.