Li ser giliya partiyan, encama hilbijartinê betalbû

Piştî hilbijartinên Afganîstanê partiyên ji encama hilbijartinên paytext Kabilê nerazîbûn, serî li komîsyona hilbijartinê dan û ji komîsyonê xwestin ku lêkolîn bike. Komîsyon li ser giliya partiyan lêkolînek da destpêkirin û di dawiya lêkolînê de biryar da ku encamên hilbijartina Kabilê betal bibe.


Hilbiajrtina parlementoya Afganîstanê di 20-21’ê Cotmehê de pêk hat. Lê partî ji encamên hilbijartina Kabilê nerazîbûn û giliyên wan hebû. Partiyên nerazîbûn giliyên xwe pêşkêşê komîsyonê kirin û jê xwestin ku lêkolînên pêwîst di derbarê encamên hilbijartinê de bike. Berdevkê Komisyona Lêkolînên Giliyan Elîreza Ruhanî bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir piştî hilbijartinên Afganistanê partiyên gumanên wan ji encamên hilbijartinê yên Kabilê hene, serlêdan kirine û encaman gilî kirine. Ruhanî ragihand ku ew di encama lêkolîna derbarê giliyan de biryar dane ku encamên hilbijartina Kabilê betal bikin.

Têkildarî wê kengê hilbijartinên paytext Kabilê dûbare bibin de ti agahiyek ne hate dayîn.

 (ep)