Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdan dest pê kir

image_print

Yekşem, 24 Pûşper 2018 – 09:00  NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdan dest pê kir

Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê ji saet 08:00’an û pê ve destpê kir. Wê heta saet 17:00’an bidome.


Dengdana ji bo Serokkomarî û Parlamenteriya Tirkiyeyê ji saet 08:00’an û pê ve dest pê kir. 56 milyon û 342 hezar û 263 hilbijêr wê li 180 hezar û 896 sindoqan dengê xwe bidin.

Dengdana ku saet 08:00’an dest pê kir wê saet 17:00’an biqede.

Hilbijêr wê karibe bi rêya belgeyeke ku nûmaraya nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê li ser e, dengê xwe bide.

Ji bo 3 milyon û 47 hezar û 323 kesên li lîsteya hilbijêrên li derveyî welêt qeydkirî, li 123 nûnertiyên li 60 welatan roja 7’ê Hezîranê sindoq hatibûn danîn û dengdan 19’ê Hezîranê qediya bû. Dengdana li deriyên sînor wê heta îro danê êvarê saet 17’an dewam bike. Lê belê dema saet bû 17 û hîn hilbijêr li navendên dengdanê di rêzê de bin, wê ji aliyê serokê sindoqê ve bên jimartin û karibin bi dorê dengê xwe bidin.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist