Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihîşt 2 hezar û 433'yan

Li Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de 15 kesên din jî ji ber vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan û 561 kesên din bi vîrûsa korona ketine.


Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twîtterê daneyên der barê şewba vîrusa coronayê de parve kirin.

 Koca, got: "Di 24 saetên dawî de 5 hezar û 35 test hatine kirin. Ji van testan 561 jê pozîtîf derketine. 15 nexweşên me yên din jî jiyana xwe ji dest dane. Hejmar, êşa kesê jiyana xwe ji dest dane û endîşeyê îfade nakin. Em hewl bidin ku bêrîsk bijîn. Em bi tevdîran dikarin bijîn."

 Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19 hejmara kesên mirin gihişte 59’an û 2 hezar û 433 kes jî bi vîrûsê ketine.

Rêxistinên tenduristiyê tînin ziman ku ev hejmara ku rayedarên Tirk radigihînin hê zêdetirin.

(ab)