Li wargeha Holê penaberek Iraqî hate kuştin

Pênçşem, 28 May 2020 – 11:26  NAVENDA NÛÇEYAN

Li wargeha Holê penaberek Iraqî hate kuştin

Li wargeha Holê îro danê sibehê penaberekî Iraqî hat kuştin.


Hêzên ewlehiyê yên taybet ku parastina wargehê dikin, cenazeyê penaberîek Iraqî li pêşiya konê wî di wargeha Holê de dît.

Hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de ji ANHA`yê re ragihand ku îro di saetên sibê de hêzên ewlekariyê cenazeyê penaberê Iraqî yê bi navê Abdullah Hemed El-Mihemed (60) di beşa yekem a wargehê de dît û penaber ji serê xwe rastî lêdanê bi amûreke hişk hatibû û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekî jî destnîşan kir ku rewşên kuştinê û tevliheviyê di demên dawîn de zêde bûne, jinên DAIŞ`î hewl didin zîhniyeta DAIŞ`ê xurt bikin, nahêlin hindek ji wan ji fikrên radîkal vegerin û ji rewşên tevliheviyê sûdê digirin da ku ji wargehê birevin.

Wargeha Holê ji mezintirîn wargehê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Zêdetirî 67 hezar kes ji penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê, her wiha malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de dijîn.

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist